Di Eyda Qurbanê de pire û otobanên di bin berspirsyariya Midûriya Giştî ya Rêbejayê de ne wê bê pere bin. Biryara der barê vê mijarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ev biryar bi îmzaya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin.
Li gor biryarê, di Eyda Qurbanê de ji 18ê tebaxê roja şemiyê saet 00.00an pê va heta 27ê tebaxê roja duşemê saet 07.00an rêyên otoban ên di bin berpirsyariya Midûriya Giştî ya Rêbejayê de ne û Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pireya Fatîh Sultan Mehmet wê bê pere bin. Rêyên "çêbike-bixebitîne-dewr bike" wê di nav van rêyan bê pere de neyên hesabkirin.
AA