"Di faîza krediyên şexsî da mimkûn e em dakevin reqamên tekane"

Midûrê Giştî yê EmlakBankê Deniz Aksu: "Mimkûn e ku di krediyên şexsî û faîzên mewduatê da em ji reqamên cot dakevin reqamên tekane.

"Di faîza krediyên şexsî da mimkûn e em dakevin reqamên tekane"

Midûrê Giştî yê Bankeya Beşdariyê ya Emlakê ya Tirkiyeyê (EmlakBank) Deniz Aksu: "Mimkûn e ku di krediyên şexsî û faîzên mewduatê da em ji reqamên cot dakevin reqamên tekane."

Aksu di weşana zindî ya Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê (AA) da axivî.

Deniz Aksu diyar kir di 27ê Sibata 2019an da bi destûra Saziya Çavdêrî û Verastkirinê ya Bankeyan di 21ê Adara 2019an da şaxa xwe ya navendî vekirine û dest bi kar û barên bankeyê kirine û wiha got: "Di nîva ewil da em bi 4,6 milyar TLyî mezin bûn û ev jî bi tenê bi saya şaxekê çêbû. Em dixwazin heta dawiya salê herî kêm 15 şax vekin û hejmara personelan jî derxin derdora 500î."

Midûrê Giştî yê EmlakBankê Deniz Aksu destnîşan kir ji bona piyaseyê qederê 1,7 milyar TL fon peyda kirine û got ku ji niha va em nêzîkî hedefên xwe yên dawiya salê bûne.

Deniz Aksu diyar kir dixwazin di dawiya salê da bi milyarek TLyî malên piyaseya sermayeyê îxrac bikin û got ku hedefa me ew e ku em bi qasî 8 milyar TLyî mezin bibin.

Midûrê Giştî yê EmlakBankê Deniz Aksu destnîşan kir dixwazin bibin bankeyeke Tirkiyeyê û wiha got: "Loma jî me ji bona sala ewil vekirina 15 şaxan daye ber ku wê li 7 herêman belav bibe."

Aksu diyar kir sektora bankeyan ya Tirkiyeyê bi rasyoyên xwe yên fînansê ku xurt e wê baweriyê dide ku dîsa sektoreke lokomotîf be û wiha axivî: "Ji bona çerxên aboriyê bi rehetî bigerin divê rêjeya faîzan û maliyetên fînansê kêm bibin ku hemû aktorên aboriyê jî piştgirî û feydeyê bidin."

Midûrê Giştî yê EmlakBankê Deniz Aksu destnîşan kir mimkûn e ku di krediyên şexsî û faîzên mewduatê da ji reqamên cot dakevin reqamên tekane û wiha got: "Welatê me faîzên 4,60 dîtiye, ji bona faîzên ji sedî 24an bibînin sedem tunene, piştî çarîka sêyemîn em ê cardin reqamên tekane bibînin."

Deniz Aksu diyar kir di pêşerojê da li dervayî welêt bi taybetî jî li Ewropayê dixwazin şaxa xwe vekin û wiha got: "Em dixwazin ji dervayî welêt fonên maliyeta wan kêm in û fonên tematîk yên demdirêj peyda bikin û veberhênanên hilberîneran fînanse bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE