Di germa havînê de karê cotkaran

Li bajarê Qersê yê ku ji wan bajarên herî zêde ceh û genim lê tê berhevkirin yek e, cotkar zeviyên xwe diçinin...

Di germa havînê de karê cotkaran

 Li Qersê cotkar di bin germê da ceh û genim diçinin, gîha didûrin.

Li gundê Kuyucuka li ser navçeya Arpaçayê cotkar ceh û genimên xwe diçinin, ka û gîhayê ji zeviyan tê berhevkirin jî bi motor û erebeyên hespan va dibin malê.

Cotkar Hîkmet Ergun got li gund dema çandiniyê dest pê kiriye, ew jî guh nadin germê û pir dixebitin.

 "Ev ax nebûya me nikaribû heywandarî bikira"

Ergun got debara wan ji axê tê û wiha axivî: "Em mecbur in çandiniyê bikin, lewra debara me ev ax e. Ev ax nebûya me nikaribû heywandarî bikira. Heke heywandarî nebe debara me nabe. Heke hûn li gund bijîn, hûn mecbur in zeviyê bireşînin û heywanan xwedî bikin."

- "Em debara xwe bi cotkariyê dikin"

Cotkar Tuncay Koçer jî got ji ber germê çandinî pir zehmet e û wiha dewam kir: "Em debara xwe bi cotkariyê dikin. Ne 35 pile, 45 pile germahî hebe jî em mecbur in bixebitin. Em ka ku tînin malê bi destê xwe dixin kadînê. Piştî ku ew li ber tavê zîha dibe em ser wê digirin û ji zivistanê ra dihêlin."AA

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE