Di geşta bi balafiran de PCR dubare hat mecbûrkirin

Di geşta bi balafiran de PCR dubare hat mecbûrkirin

Ji bo kesên ku hê derziya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li xwe nedane yaxud pêvajoya derziyê neqedandine û herwiha di nava 180 rojên dawîn de ev nexweşî derbas nekiribin, dê di geşta asîmanî de testa PCRê ji wan bê xwestin.

Li gorî giştnameya Wezareta Navxweyî ya ku ji walîtiyên 81 wîlayetan re şand, serpana derbarê wê yekê ku ji kesên ku hê derziya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li xwe nedane yaxud pêvajoya derziyê neqedandine û herwiha di nava 180 rojên dawîn de ev nexweşî derbas nekiribin ku ji bo çûna wan a nav qadên diyarkirî, ji bo geşta wan a bi wesayitên komî, testa PCRê ya ku negatîf derketibe û herî zêde beriya 48 saetan girtibin, dehat xwestin, li gorî nirzandinên Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê, jinû ve hat sererastkirin.

Di giştnameyê de yên ku di wan rewşên navborî de testa PCRê ji wan bê xwestin û yên neyên xwestin hatin destnîşankirin.

Li gorî wê yên ku ji wan testa PCRê bê xwestin ev in:

Xebatkarên saziyên jidestketiyan (binavsalçûyan) digel saziyên ceza û tewqîfê yên bê derzî û di 180 rojên dawîn de nexweşî derbas nekiribin, di rewşên diyarkirî de girtî û hukimxwariyên di saziyên ceza û tewqîfê de, yên ku seyaheta derveyî welêt bikin (li gorî şert û mercên wî welatê ku diçinê).

Li gorî nirxandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê, yên ku balafirê biçin derveyî welêt û di 180 rojên dawîn de nexweşî derbas nekiribin, dê sepana xwestina testê PCRê bidome.

Yên bê derzî yaxud yên ku pêvajoya wê qedandibin û di nava 180 rojên dawîn de nexweşî derbas kiribin, di beşdarbûna wan a ji bo konser, sînema û tiyatroyan de dê testa PCRê neyê xwestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE