Di binê gola Vanê de keştiyeke din a rûsan hat dîtin. Piştî ku ava golê kişiya, keştiya ku li gorî agahiyan di 1914an de hatiyû çekirin derket ser rûyê avê. Bi vî awayî heta niha 3 keştî hatin tespîtkirin.
Keştiyên Rûsan ên di binê Gola Vanê de yeko yeko tên tespîtkirin.
Li gorî agahiyan dema Rûsan Van îşxal kir, li ser golê 3 keştî hatibûn çêkirin.
Lê piştî ku Ûris ji herêmê hatin derxistin, keştiyên wan jî noqî avê bûn.
Ew keştî yeko yek otên dîtin. Beriya niha di binê Gola Vanê de 2 keştî hatibûn tespîtkirin.
Lêbelê piştî ava golê kişiya, keştiya 3yemîn bi xwe derket ser avê.
Midûrê Perwerdeyê yê Bêgiriyê Yüksel Zorlu got: “Em hêvîdarin bi saya van keştiyan wê tûrîzma bajarê me geş bibe.”