Di gulanê de paqijiya berfê

Riyên ji ber berfê girtî ne tên vekirin...

Di gulanê de paqijiya berfê

Li Mûşê di gulanê de jî, xebatên ji bo paqijkirina berfê û vekirina riyên gundan dewam dikin. Ekîbên ku bi qasî mehekê ye li herêmê berfê paqij dikin, ji bo vekirina riyên Geliyêgûzan û Înardiyê, bi şev û roj dixebitin.

Hindik ma ku bihar xilas bibe lêbelê bi mehan e ku riyên wan ji ber berfê girtî ne.

Li Mûşê, riyên Geliyêgûzan û Înardiyê, ji meha Kanûnê ve, girtî ne.

Ekîbên Îdareya Taybet, ji bo vekirina riyên herdû gundan beriya mehekê dest bi xebatê kirin.

Xebata ku hêj dewam dike wê heta hefteyeke din jî bidome.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE