Di Hefteya Parastina Hawîrdorê de li Gola Vanê paqijî hat kirin

Navenda ciwaniyê ya gevaşê di çarçoveya hefteya parastina hawîrdorê de çalakiyek li dar xist. Di çarçoveya çalakiyê de çûn ber gola Vanê û li bendava golê paqijî kirin.

Di Hefteya Parastina Hawîrdorê de li Gola Vanê paqijî hat kirin

Navenda ciwaniyê ya Gevaşê di çarçoveya hefteya parastina hawîrdorê de çalakiyek li dar xist. Di çarçoveya çalakiyê de çûn ber gola Vanê û li bendava golê paqijî kirin.

Ciwanên Gevaşê ji bo balê bikşînin ser paqijiya derdorê bi navê “Em Gola Vanê Qirêj Nekin” çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ciwaniyê ya Westanê ku girêdayî şaredariyê ye; di çarçoveya Hefteya Parastina Hawîrdorê de li bendava Gola Vanê paqijî kir.

Digel ciwanên dildar û rayedarên bajêr Şaredarê Westanê Murat Sezer jî tev lî çalakiyê bû.

Welatiyên ku ji bo avjeniyê hatibûn golê jî piştgirî dan çalakiyê.

Ciwanan bi vê çalakiyê him çopên dora golê berhev kirin him jî bal kişandin ser giringiya paqijiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE