Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di 1-8ê cotmehê di operasyonên ewlekariya navxweyî da 23 terorîst hatin berterefkirin û bi îdiaya peywendiya bi rêxistinên terorê ra 774 kes jî hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî 2 hezar û 421 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 257, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorê DEAŞê ra 32, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 459, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 26 berşik hatin binçavkirin.
Di nava hefteyekê da di operasyonên ewlekariya navxweyî da 7 jê kuştî, 4 jê sax û birîndar û 12 jê jî teslimbûyî bi tevahî 23 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li sê parêzgehan 13 şikeft û stargeh hatin rûxandin.
Herwiha 45 teqemeniyên destçêkirî û mayin, 24 bombeyên destan, 303 kîlogram teqemenî, 25 jê çekên lûledirêj û 3 hezar û 48 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 3 hezar û 438 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 3 ton û 305 kîlogram hişbir, 5 milyon û 421 hezar û 703 hebên hişbir, 4 hezar û 699 serî kirkirk, 56 hezar û 723 lître sotemeniya qaçax û 513 û 506 hezar pakêt cixareya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 675 jê li ser behrê bi tevahî 7 hezar û 303 koçberên bêdestûr hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 101 kes hatin binçavkirin.
AA