Fermandariya Ewlekariya Perevan ragihand ku di nava heftiyekê de 1633 koçberên bêdestûr hatine girtin û qaçaxçiyekî koçberan jî hatiye binçavkirin.
Di parvekirina Fermandariya Ewlekariya Perevan a li ser hesabê wê yê Twitterê de, di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêdestûr de derbarê xebatên 15-21ê mijdarê de agahî hatin dayin.
Di daxuyaniyê de hat gotin di 47 bûyerên ku di nava heftiyekê de qewimîn 1633 koçberên bêdestûr hatine girtin û qaçaxçiyekî koçberan jî hatiye binçavkirin.