"Di hejmara pêketinan de bi qasî ji sedî 80yî ketineke xurt çêbû"

Koca piştî Civîna Lijneya Zanistî ya Koronavîrusê ku bi rêya vîdeokonferansê beşdar bû û serektî jê re kir, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Di hejmara pêketinan de bi qasî ji sedî 80yî ketineke xurt çêbû"

 Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku ji sibê pê de ewê li saziyên tendirustiyê dest bi vaksînlêdana welatiyên mezintir ji 75 salî, bikin.

Koca piştî Civîna Lijneya Zanistî ya Koronavîrusê ku bi rêya vîdeokonferansê beşdar bû û serektî jê re kir, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezîr Koca bal kişand tedbîr û sînordarkirinên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û wiha got, "Bi tedbîrên ku hatin sitendin, di hejmara pêketinan de bi qasî ji sedî 80yî ketineke xurt çêbû. Dema em rewşa rîskdar a li cîhanê ku hê jî zêde dibe berçav bigirin, pêdivê em bi tund di pabendiya tedbîran de berdewam bin. Heke em di pabendiya tedbîran de bê kontrol xwe sist bikin, heye ku bibe sedema pêlên wisa ku em bi zehmettir derbas bikin. Tedbîr û temkînê ji dest bernedin."

Koca herwiha got, "Ji sibê pê de em li saziyên tendirustiyê dest bi vaksînlêdana welatiyên xwe yên mezintir ji 75 salî, bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE