"Di hejmara pêketiyan de daketineke berbiçav heye"

Wezîrê Tendirustiyê Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan

"Di hejmara pêketiyan de daketineke berbiçav heye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca derbarê Kovîd-19ê got, "Di hejmara pêketiyan de daketineke berbiçav heye. Em pêşdibînin ku van rojan tesîra tedbîran di hejmara nexweşên giran û mirinan de xuya bike."

Wezîrê Tendirustiyê Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ku bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin, daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamegeran da.

Wezîrê Tendirustiyê Koca anî ziman ku d hejmara pêketiyên Kovîd-19ê de daketineke berbiçav heye û got, "Em pêşdibînin ku van rojan tesîra tedbîran di hejmara nexweşên giran û mirinan de xuya bike."

Koca wiha jî got, "Digel Çînê ji bo heryek bi qasî 50 milyon doz, bi giştî 100 milyon doz, me peyman îmza kir."

Koca wiha pê de çû:

"Îro ewên ku dipirsin 'ka dê ji Çînê vaksîn bihata?' duh jî hewl didan di ser mijarên hessas navbera me û Çînê têk bidin. Ez nabêjim biser ketin, lê bi teqez zirar danê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE