Di Herekata Pençe-3yê de 2 esker şehîd ketin

WPNyê ragihand ku yek jê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê yê din jî di Herekata Pençe-3yê da du esker şehîd ketin

Di Herekata Pençe-3yê de 2 esker şehîd ketin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku yek jê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê yê din jî di Herekata Pençe-3yê da du esker şehîd ketin.

Li gor daxuyaniya wezaretê li Herêma Herekata Kaniya Aştiyê eskerê ji ber guleyên tacîzê yên bi hewanê yên mensûbên rêxistina terorê ya dabeşkar bi xedarî birîndar bibû li nexweşxaneyê digel hemû midaxaleyên hatin kirin şehîd ket.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di çarçoveya mafê xweparastina meşrû da bersiva hewce hat dayîn û hedefên hatin tesbîtkirin hatin berterefkirin.

Hat ragihandin ku di Herekata Pençe-3yê ya ku li bakurê Iraqê berdewam e da di pevçûna bi terorîstên dabeşkar ên PKKyî ra derket da eskerek şehîd ket û eskerekî ku birîndar bibû jî sewqî nexweşxaneyê kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike, sebrê bide malbatên wan ên dilsoj û ji bo eskerên birîndar jî şifaya xêrê hat xwestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE