Di hewşa Mescîda Eqsayê da fitar dan 26 hezar kesî

Komeleya Sadakataşiyê Şeva Qedrê da fitar da 26 hezar kesî

Di hewşa Mescîda Eqsayê da fitar dan 26 hezar kesî

Komeleya Sadakataşiyê li hewşa Mescîda Eqsaya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî di Şeva Qedrê da fitar da 26 hezar kesî.

Li gor daxuyaniya komeleyê ekîba remezanê ya Komeleya Sadakataşiyê ya li herêmê di Şeva Qedrê da di hewşa Mescîda Eqsayê da fitar da26 hezar kesî.

Komeleyê digel fitarê kumanyaya xurekê ya ku ji xurme, şekir, çay, rûn, birinc û konserve û xwê pêk tê belavî 900 malbatên ku ji hêla aborî va desteng in kir.

Seranserê remezanê li hewşa Mescîda Eqsayê fitar dan 45 hezar kesî û fitre û zekat gihandin nêzî 100 malbatên li herêmê dijîn, cil û bergên eydê diyariyê 200 zarokî jî kirin.

Di daxuyaniyê da cî dan axaftinên Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Komeleya Sadakataşiyê Enes Erbaş. Erbaş got ku "Sifreyên fitarê yên ku em li Mescîda Eqsayê ya bin tehdeyê da û dagirkirî datînin û alîkariyên mirovî yên ku me gihandin gelekî girîng in. Rêyeke parastina vir jî ev e. Em ê ji bo birayên xwe yên ku li herêmê dijîn piştî remezanê jî alîkariyên xwe bidomînin."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE