Di hewzên heriyê da çandiniya birinc dikin

Li mezraya Avlakê ya 30 kîlomêtro dûrî navçeyê ye gundî serê sibê diçin zeviyên xwe hewzên heriyê tije av dikin û toximê birincê "Kursunç"ê davêjin û paşê ji wan toximan birinc tê berhevkirin.

Di hewzên heriyê da çandiniya birinc dikin

Li gundê Karbastiyê ya ser Hîzana navçeya Bidlîsê welatî bi rê û rêbazên berê çandiniya birincê dikin.

Li eraziyên quntarên çiyê her sal di meha gulanê da bi rêbazên berê û hevkariya paletiyê çandiniya birinc tê kirin.

Li mezraya Avlakê ya 30 kîlomêtro dûrî navçeyê ye gundî serê sibê diçin zeviyên xwe hewzên heriyê tije av dikin û toximê birincê "Kursunç"ê davêjin û paşê ji wan toximan birinc tê berhevkirin.

 "Toximê me toximê kal û bavan ya 200 salî ye"

Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanê Rifat Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Bidlîsê her cure berên bax û baxçeyê tên berhevkirin.

Çelîk wiha axivî: "Li bajarê me ji 150-200 salan vir va çandiniya çeltûkê tê kirin. Li gundên başûr ên bajêr, gundê Karbastiya ser Hîzanê û 6 mezrayan çandiniya çeltûkê hat kirin. Li gundê Karbastiyê ya 150 mal hene û 6 mezrayan li ser erdekî hezar dekarî çandiniya çeltûkê tê kirin. Toximê me toximê kal û bavan ya 200 salî ye. Em çeltûkên tên berhevkirin di aşê kevir da dihêrin. Di dekarekî da qasî 350-400 kiîlogram tê bi destxistin. Di sala 2021î da li gundê Karbasti û mezrayan da di navbera 350 û 400 ton çeltûk hat bidestxistin. Feydeya wê ya ji bo bajarê me dora 10 milyon lireyî da ye."

"Birincê me pir bi tehm e"

Abdulmecît Ugeyê 65 salî yê li mezraya Avlakê çandiniya birinc dike jî got birincê cureya wê "Kursunç" e pir bi tehm e û wiha axivî: "Ji kal û bavan vir va em birinc bi dest dixin, lê ji ber ku erazî têra xwe tune em nikarin zêde bireşînin. Zehmetiyên wê hene, lê birincê me pir bi tehm e û ji birincên din xweştir e. Reşandina wê zehmet e, lewra hûn dikevin nav heriyê. Ev 50 sal e em birinc direşînin, berê jî dihat reşandin. Yên zêde direşînin paşê difroşin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE