"Di heyama şewbê da me bi 5,7 milyar dolarî veberhênan kir"

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu diyar kir veberhênanên wan bênavber didomin û got ku di heyama şewbê da me bi 5,7 milyar dolarî veberhênan kir.

"Di heyama şewbê da me bi 5,7 milyar dolarî veberhênan kir"

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu: "Veberhênanên me bênavber didomin. Di heyama şewbê da me bi 5,7 milyar dolarî veberhênan kir."

Karaîsmaîlogluyê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu diyar kir veberhênanên wan bênavber didomin û got ku di heyama şewbê da me bi 5,7 milyar dolarî veberhênan kir.

Karaîsmaîloglu destnîşan kir piştî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li dinyayê şerê maskeyan dest pê kir û got ku me li gor rêgezên maske, mesafe û paqijiyê şantiyeyên xwe îzole kirin.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu diyar kir wekî serokomarê wan jî dibêje veberhênanên wan didomin û feydeyê didin gihandina pîşesaz, hilberîner û turîzmê.

Karaîsmaîloglu destnîşan kir li Tirkiyeyê heya 2002yan 50 kîlomêtro tunêl hebûn, niha jî 600 kîlomêtro tunêl hene û çêkirina 200 kîlomêtroyî jî didome.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu diyar kir wek mizgîneke ji bona pîşesazan qadên pîşesaziyê û rêhesin û bendergehan digihînin hev û got ku maliyeta lojîstîkê wê dakeve bin ji sedî 10î.

Karaîsmaîloglu got ku ji xeta sereke ya Rêhesinê ya Baku-Tiflîs-Qersê heta xeta Dîvrîxî-Qersê em ê kapasîteyê ji 5 milyon tonî derxin 20 milyon tonî.

Adil Karaîsmaîloglu diyar kir piştî geşedanên li Azerbeycanê dixwazin ber bi Nexçivanê rêya rêhesin çêkin ku xebatên etud û planê li ber kutabûnê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE