Li Amerîkayê gorî encamên nefermî yên hilbijartina serokatiya 59emîn a Amerîkayê namzedê Komarparêz Donald Trump heta niha 213 û namzedê Demokrat Joe Bîden jî 238 delege qezenc kirin.
Di hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê da ji namzedan kîjan ji 538 delegeyan ji nîvî yek zêdetir ku ew jî 270 ye qezenc bike, ew biser dikeve.
Li gor encamên ne fermî ku Associated Press (AP)ê eşkere kir Trump ji Carolinaya Başûr 9, Oklahomayê 7, Alabamayê 9, Mississippiyê 6, West Virginiayê 5, Kentuckyê 8, Tennesseeyê 11, Indianayê 11,Dakotaya Bakur 3, Dakotaya Başûr 3, Wyomingê 3, Nebraskayê 4, Louisianayê 8, Arkansasê 6, Kansasê 6, Missouriyê 10, Utahê 6, Teksasê 38, Iowayê 6, Idahoyê 4, Floridayê 29, Montanayê 3 û Ohioyê jî 18 bi tevahî 213 delege qezenc kir.
Ji hêla din va namzedê Demorat Bîden jî ji Washington DCyê 3, Vermontê 3, Illinoisê 20, Virginiayê 13, New Jerseyê 14, Delawareyê 3, Massachusettsê 11, Marylandê 10, New Yorkê 29, Coloradoyê 9, Connecticutê 7, Washingtonê 12, New Hampshireyê 4, Rhode Islandê 4, New Mexicoyê 5, Oregonê 7, Californiayê 55, Arizonayê 11, Maineyê 3, Hawaiiyê 4, Minnesotayê 10 û yek jî ji Nebraskayê tevahî 238 delege qezenc kir.
Di hilbijartina ku jimartina rayan hêj dewam dike da 213 delege li alî Trump û 238 delege jî li alî Bîden hatine qeydkirin û encama teqez hê jî nediyar e.
AA