“Di hilbijartinên 2023yan da em ê cardin qezenc bikin“

Serok Erdogan: "Di hilbijartinên di 2023yan da wek Îtifaqa Cumhur em ê him di meclisê da bi awayekî giştî bên temsîlkirin û him jî cardin hilbijartina serokomariyê qezenc bikin."

“Di hilbijartinên 2023yan da em ê cardin qezenc bikin“

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Li welatê xwe em bi hişmendiyeke wisa ra rû bi rû ne ku siyasetê derdixin nav sînorên wisa meriv nikare bi reqabetê jî îzah bike."

Serok Erdogan ji Qesra Serokomariyê bi weşana zindî beşdarî Kongreya Bajaran a Asayî ya 7emîn a AK Partiyê ya Kirşehîr, Kirikkale, Yozgat û Sêwasê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da qala plan û bernameyên AK Partiyê yên ji bo sala 2023an kir û got: "Di hilbijartinên 2023yan da wek Îtifaqa Cumhur em ê him di meclisê da bi awayekî giştî bên temsîlkirin û him jî cardin hilbijartina serokomariyê qezenc bikin."

Serok Erdogan bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û wiha domand: "Bi her gotinên ku ev şexis li qursiyê dibêje hewaya ku Xwedê daye badilhewa dibe. Mîna hemû mijaran di vê mijarê da jî îsraf heram e."

Serok Erdogan der barê amadehî, bername û planên bo sala 2023an dixwazin birêve bibin da agahî da û got: "Heta welatê me bi temamî negihêje hedefên xwe yên 2023yan ji bona me sekin, rawestan û badilhewa derbaskirina lehzeyekê jî heram e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE