Li Silopiya navçeya Şırnakê di kana komirê da hezaz çêbû û ji 3 karkerên di bin axê da man 2 karker hatin xilaskirin û karkerekê jî jiyana xwe ji dest da.
Li bajaroka Gorumluyê ber palên Çiyayê Cûdiyê di kaneke komirê da hezaz çêbû û 3 xebatkar di bin xweliyê da man.
Ekîbên xilaskirin û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Bi saya xebatên karkeran û ekîbên AFADê 2 karkerên di bin axê da man hatin xilaskirin û sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê hatin kirin.
AA