Di karê heywandariyê da bû mînak

Jinika du zanîngeh qedandine di karê heywandariyê da ji jinên din ra bû mînak

Di karê heywandariyê da bû mînak

Derya Taşara 27 salî ya li gundê Kamişliyê ya li ser Yüksekovayê dijî piştî ku perwerdeya du zanîngehan qedand bi piştgiriya dewletê dest bi karê heywandariyê kir û niha ji gelek jinan ra dibe mînak.

Taşara di 2017an da ji beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bîngolê û beşa Xizmetên Civakî ya Fakulteya Perwerdeya Derva ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû li Komeleya Jinan a Yuksekovayê wek civaknas dest bi kar kir.

Taşarê xwest wek jineke miteşebis dest bi xwedîkirina heywanan bike û ji bo vê serî li "Projeya Pêşvabirina Heywandariyê" ya Îdareya Taybet a Bajêr da.

Îdareyê 20 heywan bexşand Taşarê û wê wisa dest bi karê heywandariyê kir.

Taşarê par jî dest bi perwerdeya Beşa Geşedana Zarokan a Zanîngeha Stenbolê kir, niha him ji derva va perwerdeya xwe didomîne û him jî 45 heywanan xwedî dike.

Bi jêhatîbûn û miteşebisêyê va Taşar ji jinan ra bû mînak û alîkariya 10 jinan kir ku ew jî bi saya vê projeyê heywandariyê bikin.

Taşar li Zozanê Cevîzliyê ya li herêma Daglicayê heywanên xwe diçrîne, hiriya wan dibire û paşê vedigere malê û ji bo ezmûnên xwe dersê dixebite.

"Ji bo jinan bû hêvî"

Taşarê diyar kir, piştî ku ew beşdarî xebatên komeleyê û yên Korperatîfa Jinan a Pêşketina Çandiniyê ya Demeterê bû, wî berê xwe da heywandariyê.

Taşarê got ku wî hejmara 20 mihên ku bi piştgiriya hîbeyê ya di bin banê korperatîfê da sitand, derxist 45an û wiha dewam kir:

"Jiyaneke min a bêsekn heye. Ez hem bi karên korperatîfê û hem jî bi heywanan ra eleqedar dibim. Armanca min a ji vê yekê ew bû ku nîşan bidin ku heywandarî ne bi tenê karê mêran e. Piştî vê piştgiriyê, 10 jinên din ên gund jî sûd ji piştgiriyê sitandin. Ev kar ji bo wan bû curet û hêvî. Em tevî jinan diçin Zozanê Cevîzliyê yê 20 kîlometre dûrî gund, em pez dibirin û her wiha didoşin. Heta ji destê me tê em alîkariya mêran dikin."

Taşarê got ku ew, berhemên ku ji şîr digirin di bin sîwana korperatîfê da difiroşin.

Nergîz Taşarê ya diya 4 zarokan jî wiha xeberda, "Piştî ku Deryayê piştgirî sitand, min jî biryar da ku têkevim vî karî. Min 20 heywan sitandin. Tevî min 10 kesên din jî ji vê piştgiriyê sûd wergirt."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE