Di karta çapemeniyê de rêzika nû

Altun: Êdî wê kes nikaribe bi karta çapemeniyê propagandaya terorê bike

Di karta çapemeniyê de rêzika nû

Şert û mercên standina karta çapemeniyê hatin guherandin. Li gorî vê kesên sûcên rêxistinî kirine û piştgirî dane sûcan wê nikaribin karta çapemeniyê bistînin. Ger yekî wisa xwediyê kartên çapemeniyê yê daîmî be wê kartê wî were betalkirin. Serokê ragihandinê fahrettin altun got em ê rrûmeta karta çapemeniyê zêde bikin.

Bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di rêziknameya karta çapemeniyê de guhertin hat kirin. Guhertin di rojnameya fermî de hat weşandin.

Şert û mercên girtina karta çapemeniyê û madeyên betalkirina karta çapemeniyê ya daîmî ji nû ve hatin verastkirin.

Li gorî guhertinê; kesên ku ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine, bûne endamê rêxistinekê an jî alîkarî dane rêxistinekê an jî ciza xwarine wê nikaribin karta çapemeniyê bistînin.

Ger zirar bê dayîn rêzdariya meslega çapemeniyê, li dijî pergala kamuyê bi qest çalakî were kirin an jî eşkere piştgirî were dayîn vê jî wê karta çapemeniyê were betalkirin.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun derbarê guhertinan de li ser tîvîtirê daxuyanî da.

Altun got hin kes propagandaya teror û şîdetê dikin û xwe dispêrin paş karta çapemeniyê. Me ji bo rêlibergirtina vanan hin made derxistin.

Em ê li ser soza xwe bisekinin û rêzdariya karta çapemeniyê zêde bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE