Di Kovîd-19ê de ji îro pê de teftîş tên zêdekirin

Di teftîşan de dê îmkanên rêveberiyên xwecihî bên seferberkirin, bi taybet di deftîşên kargeh cadde/kolanan de dê temamê personelên zabîte bên erkdarkirin.

Di Kovîd-19ê de ji îro pê de teftîş tên zêdekirin

Wezareta Navxweyî ji bo ku li sernaserê welêt  teftîşên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hê çalaktir bên kirin, bi mijara "Teftîşên şewba koronavîrusê" giştname ji walîtiyan re şand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê di çarçoveya giştnameyê de ji îro pê de ji bo hê çalaktirbûna teftîşan li cadde, kolan û bazargehan dê hejmara ekîbên teftîşê bên zêdekirin.

Di teftîşan de dê îmkanên rêveberiyên xwecihî bên seferberkirin, bi taybet di deftîşên kargeh cadde/kolanan de dê temamê personelên zabîte bên erkdarkirin.

Di teftîşan de wesayitên veguhastina komî yên nêvbajêr û navbajaran digel taksiyan dê yeko yeko werin rawestandin û teftîş bên kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE