Di kûrsê de cihêzê bûkan çêdikin

Navenda Perwerdeya Gel a Yüksekovayê di gelek beşan de perwerdeyê dide 

Di kûrsê de cihêzê bûkan çêdikin

Mamoste Şukran Taşkent mamosteya kûrsa perwerdehiya gel e. Taşkent li geverê mamostetiyê dike. jinên Geverî li cem wê hînî neqişê, dirûnê, çêkirina gore û patîkan dibin.  bi vî awayî gelek keçikên ciwan cihêzên xwe amade dikin. 

Îsal li gelek herêman zivistan xelas nebû. 

Her sal van wextan bihar dihat lê îsal li her dere berf û bager heye. 

Li cihên wek Gevera Colemêrgê jî jin zivistana dûr û dirêj di mal de ji xwe re mijûliyetan dibinin. 

Jinên Geverî bi saya kûrsen navenda perwerdehiya gel hem komî cem hev dibin hem jî ji destê xwe huneran pêk tînin. 

Di kûrsê de ji dirûnê heta çêkirina gore û patikan; ji pîkoyê heta pêjgîran gelek tiştên destkarî tên çêkirin. 

Mamosteya kûrsê Şukran Taşkent dibêje jin li vir dema xwe bi xweşî derbas dikin. 

Kursiyer hem kare xwe yên malê çê dikin hem tev li kûrsê dibin 

Kurs heta saet 5ê êvarê dewam dike. Bi saya van kursan bêhna jinan fireh dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE