Li Rîzeyê cesedê 3 kesên din jî hatin dîtin ku hatibû ragihandin di lehî û hezazên ji ber barana gumrah da wenda bûne, hejmara miriyan derket 5an.
Li bajêr barana gumrah a ku duh piştî nîvro dest pê kir, li hin herêman bû sedema lehî û hezazê û her wiha bû sedema xesareke giran. Ji ber hezazê maleke ji daran a li serê girekî bi xweliyê ra şiqitîbû, hilweşiyabû. Di xebatên lêgerînê da cesedên 3 kesên di bin vî kavilî da hatin derxistin.
Li gorî vê, hejmara kesên di afatê da jiyana xwe ji dest dan derket 5an.
Ekîb her wiha li bajarokê Muradiyeyê û navçeya Guneysuyê xebatên xwe yên lêgerînê yên ji bo dîtina 3 kesên din ên wenda didomînin.AA