Lijneya Giştî ya Meclisê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di bin hin tevdîran da civiya.
Cîgirê Serokê Meclisê Levent Gok tevî maske Lijneya Giştî bi rê va bir û parlamenter, xebatkarên Meclisê û rojnamevanan jî maske emilandin.
Di Lijneya Giştî da parlamenteran li gor rêgeze mesafeya fizikî ji hev dûr rûniştin û li ser maseyên parlamenteran jî kolonya hatin danîn.
Parlamenter di ciyê xwe da û li ser qursiya xeberdanê jî maskeyên xwe dernexistin.
Gok di xeberdana xwe ya di vekirinê da destnîşan kir ku li ser daxuyaniya Lijneya Zanistê di ciyên girtî, markêt û otobêsan da emilandina maskeyê mecbûrî ye.
AA