Di Îlonê da 1127 belgeyên teşwîqê yên veberhênanê hatin dayîn

Lîsteya Wezaretê ya der barê belgeyên teşwîqê yên veberhênanê yên heyama Îlona 2020î da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Di Îlonê da 1127 belgeyên teşwîqê yên veberhênanê hatin dayîn

Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê di meha Îlonê da 1127 belgeyên teşwîqê yên veberhênanê da.

Lîsteya Wezaretê ya der barê belgeyên teşwîqê yên veberhênanê yên heyama Îlona 2020î da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor vê di meha Îlonê da 1127 belgeyên teşwîqê yên veberhênanê hatin dayîn.

Bihayê veberhênanên sabît ên projeyên ku belge hildan wek 19 milyar û 399 milyon û 875 hezar û 929 lire hat hesabkirin.

Bi saya van veberhênanan 30 hezar û 506 kes wê bê îstixdamkirin.

Ji hêla din 332 belgeyên teşwîqê yên veberhênanê yên ku bihayê wan 4 milyar û 273 milyon û 645 hezar û 628 lire ye û wê 17 hezar û 105 kes wê bihata îstixdamkirin jî hat betalkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE