Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên sala 2014an ku bi hinceta Kobanê hatibûn kirin da û niha hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî girtîne da li 7 bajaran bo 82 kesan biryara binçavkirinê derxist.
Serdozgeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 6, 7 û 8ê Cotmeha sala 2014an da li seranserê welêt ji bo çalakiyên terorê yên wek bûyerên Kobanê tên zanîn di medyaya civakî da ji alî qaşo rêvebirên PKK/KCKya rêxistina terorê, endamên MYKyê ya HDPyê, çapemeniya PKK/KCK, Ajansa Nûçeyan a Feratê gelek bangewazî hatin kirin.
Hat gotin ku li 35 bajar, 96 navçe û 131 taxî di 6ê Cotmeha sala 2014an da heta 7,8 û 9ê Cotmehê bûyer qewimîn û ji çalan kolandinê bigir heta bikaranîna çekên lûledirêj bi dar û keviran zirar û ziyan dan malên welatiyan û dewletê gelek tişt qewimîn û 37 welatî jî mirin.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku di encama bûyerên qewimîn da 326 wezîfedarên ewlehiyê û 435 welatî jî birîndar bûn.
Hat bibîrxistin ku di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobanê da Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu girtî ne û ji bo binçavkirina 82 kesan jî Enqere navend li 7 bajaran operasyon tên kirin.AA