Di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên li Artêşa Tirkiyeyê da ji 84 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 44 kes hatin derdestkirin. Ji 84 şikbaran 34 kes hê li ser wezîfeyê ne.
Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da ji bo 84 şikbarên hat tesbîtkirin bi îmamên veşartî yên rêxistinê ra bi têlefonên ankesor axivîne û îfade hene ku têkiliya wan bi rêxistinê ra hene biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Sûcên Malî ya Stenbolê li 35 bajaran operasyon kirin û 44 şikbar binçav kirin.
Ji bo derdestkirina şikbarên din jî xebat dewam dikin.
Hat diyarkirin ku 61 şikbar personelên fermandariyên Behr, Hewa, Ewlekariya Peravê, Cendirme û Hêzên Bejayê ne ( 34ê wan li ser wezîfeyê ne, 12ê wan hatine îxrackirin, 8ê wan hatine dûrxistin, 2yê wan teqawid bûne, 3yê wan îstifa kirine, 2yê wan melûlî teqawid bûne) 22yê wan xwendekarên xwendingeha herbê ya hatibû girtin e, yek jî sivîl e.
AA