Di lêpirsîna FETO da ji bo 74 polêsên berê biryara girtinê

Li 13 bajarên ku Balikesîr navend e di çarçoveya lêpirsîna dijî şaxa asayîşê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der heqê 74 gumanbarên ku ji pîşe hatine îxrackirin da biryara girtinê hat dayîn. Di nav wan da midûrên asayîşê yên berê jî hene.

Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê dimeşîne da di encama xebata ku nêzî 6 mehane didome da ji bo 6 midûrên asayîşê, amirekî asayîşê, 11 alîkarên komîser, 4 serpolês û 52 polêsên ku li gor tesbîtê bi "îmamên mehrem" ên rêxistina terorê ra têkiliya wan heye û berî niha ji pîşe hatine îxrackirin, biryara binçavkirinê hat derxistin.

Hat ragihandin ku li gor beyanan bersûc beşdarî sohbetan bûne û hîmmet dane, ji aliyê rêvebiriya payebilind a rêxistinê va bi pergala koda veşartî va hatine kodkirin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze ya Midûriya Asayîşa Bajêr li Balikesîr, Îstanbul, Manîsa, Konya, Erzincan, Kayserî, Kutahya, Kahramanmaraş, Ankara, Kocaelî, Çanakkale, Samsun û Bursayê seba girtina gumanbaran di heman demê da operasyon da destpêkirin û operasyon dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE