Di lêpirsîna FETOyê da 137 kes hatin girtin

Ji 153 şikbarên di çarçoveya lêpirsîna da sewqî dadgehê kiribûn 137 kes hatin girtin

Di lêpirsîna FETOyê da 137 kes hatin girtin

Ji 153 şikbarên di çarçoveya lêpirsîna li ser sazibûna di Artêşa Tirkiyeyê da ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da sewqî dadgehê kiribûn 137 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêkolîna li ser naveroka xetên li bufe, market û ciyên din ên sivîlên berpirsyarê eskeran ên endamê rêxistinê pê bi eskeran ra têkilî danîne temam kir û ji bo 210 şikbarî biryara binçavkirinê da, ji wan 184 kes hatin derdestkirin.

184 şikbar anîn edliyeyê û dozgeriya îfadeya wan hildan ji wan 153 kes bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Ceza Silhê ya Stenbolê ya nobedar kirin.

Jêpirsîna li hakimtiya nobedar ber destê sibê hat temamkirin ji 153 şikbaran ji bo 137ê wan biryara girtinê hat dayîn. Hakimtiyê ji bo 16 şikbaran jî bi hinceta rewşa delîlan, hikmê poşmanbûna çalak, sedemên tenduristiyê yên şexsî an malbatî va biryar da ku li gor tevdîrên kontrola edlî werin berdan.

- 26 şikbar firarî ne

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da di 26ê nîsanê da ji bo 5 mîralay, 7 yarbay, 14 bînbaşî, 33 yuzbaşî, 47 usteymen, 2 teymen, 102 binefser bi tevahî 210 eskerên li ser wezîfeyê biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di operasyonan da ji 210 eskerên li ser wezîfeyê 184 kes derdest kiribûn. Dozgeriyê ji wan 153 kes bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Ceza Silhê ya Stenbolê ya nobedar kiribû. 28 şikbar di çarçoveya poşmanbûna çalak da 2 şikbar jî li gor rewşa delîlan, jinek ji ber dayika zarokeke piçûk e bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Ji bo derdestkirina 26 şikbarên firarî xebat dewam dikin lêbelê 6 kes li dervayî welêt in.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 11:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE