Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ji bo sazûmaniya di nava TSKyê da albayek, 2 bînbaşî û serefserek jî di nav da der barê 53 eskerên muzaffaf da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da hin şikbarên telefonên bi ankesor û sabît yên di nav rêxistinê da xebitandine tespît kir.
Di vê çarçoveyê da jê 19 li Fermandariya Cendirmeyan, jê 19 li Fermandariya Hêzên Bejahî, jê 7 li Fermandariya Hêzên Esmanî, jê 8 li Fermandariya Hêzên Behrê der barê 53 eskeran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ji bo ku albayek, 2 bînbaşî, serefserk, 8 sertegmen, 3 tegmen, 25 astsubay û 13 çawîşên pispor bên girtin navend Stenbol li 15 bajaran ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Stenbolê va operasyon hat destpêkirin.
Operasyon dewam dikin.AA