Di lêpirsîna FETOyê ya navend Îzmir e da 76 şikbar hatin binçavkirin

Di lêpirsîna FETOyê ya navend Îzmir e da 76 şikbar hatin binçavkirin

Di lêpirsîna Rexistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li 22 bajaran dimeşîne da der barê 112 şikbarî da biryara binçavkirinê hat dayîn ku ji wan 76 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bi hevkariya Wezareta Parastina Neteweyî, Serokatiya Herêma Îzmirê ya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî, Fermandariyên Bejayî, Esman û Behrê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan der barê şikbarên FETOyê da lêpirsîn da destpêkirin.

Di lêpirsînê da jê 4 ji Fermandariya Behrê, jê 5 ji Fermandariya Bejayî, jê 37 ji Fermandariya Esman, kesek ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 15 muwezef, 32 eskerên berê û 65 xwendekarên eskeriyê yên di dema hewldana 15ê Tîrmehê da eleqeya wan bi eskeriyê hatiye birîn tevahî der barê 112 şikbaran da biryara girtinê hat dayin.

Hat ragihandin eleqeya şikbaran bi FETOyê re heye, telefonên bikontor û ankesor bi kar anîne da ku bi rêxistinê ra bikevin têkiliyê û delîlên din jî der barê wan da hene.

Tîman li Îzmir û 21 bajaran operasyoneke hevdem dan destpêkirin.

Di operasyonê da 76 şikbar hatin binçavkirin. Hat ragihandin ji binçavkiriyan jê 6 albay, yek bînbaşî, 8 usttegmen û yek jî tegmen e.

Ji bo şikbarên din bên girtin xebat dewam dikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE