Di lêpirsîna sazûmaniya FETOyê ya Hêzên Bejayê da biryara binçavkirina 19 kesan

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dijî sazûmaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya Hêzên Fermandariya Bejayê da ji bo 19 berşikan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat destnîşankirin, ji hêla Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê da der heqê wan berşikan da lêpirsîn hat destpêkirin ku têkiliya wan digel xizmetên mehrem ên FETOyê yên di nava Fermandariya Hêzên Bejayî heye.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin, navend Enqere li 5 parêzgehan der heqê 19 berşikan da biryara binçavkirinê hat dayîn ku 11 jê astsubay in û hê li ser peywirê ne, 3 astsubayên teqawidbûyî 2 jî îxracbûyî ne, yek jê xwendekarê eskerî yê ku qeyda wî jê hatiye birin û 2 jî îmamên mehrem in.

Xebatên desteserkirina berşikan berdewam in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE