Li paytextê di çarçoveya lêpirsîna ser malên amadehiya ezmûnên qamûyê yên FETOyê da ji 60 kesên ku biryara binçavkirina wan hat dayîn jê 35 kes hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat dayîn, Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê li ser malên FETO/PDYê yê amadehiya ezmûna KPSSyê û ezmûnên qamûyê lêpirsînê dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di çarçoveya lêpirsînê da bi îdiaya ku li malên amadehiya ezmûnê yên rêxistinê mane û beriya ezmûnê pirs dane wan, navend Enqere li 30 bajarî der heqê 60 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê heta niha 35 gumanbar hatin girtin, ji bo girtina gumanbarên din Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Darayî ya Midûriya Emniyeta Bajarê Enqereyê xebatê didomîne.
AA