Di lêpirsîna ser şaxa Artêşa Tirkiyeyê ya FETOyê da biryara binçavkirina 532 kesan

Di lêpirsîna ser şaxa Artêşa Tirkiyeyê ya FETOyê da biryara binçavkirina 532 kesan

 Li 62 bajarên ku Îzmir û Stenbol navend e û li KKTCyê dijî şaxa nav Artêşa Tirkiyeyê ya FETOyê operasyon hat kirin û 459 jê wezîfedar der heqê 532 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Îzmir û Stenbolê bi hev ra meşandin da 459 jê wezîfedar ji bo girtina 532 kesên ku li gor tesbîtê li gor usûla tora ragihandinê ya rêxistinê bi endamên rêxistinê ra ketine têkiliyê û ji bo wan delîlên îtirafkeran hene, operasyon dan destpêkirin.

Li 62 bajarên ku navenda wan Îzmir û Stenbol e xebat hat kirin û Serdozgeriya Komarê der heqê 258 gumanbaran da biryara binçavkirinê da. Di nav 258 kesan da 61 kes ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, 122 kes ji Fermandariya Hêza Bejayê, 30 kes ji Fermandariya Hêza Esmanî, 22 kes ji Fermandariya Hêza Behrê, kesek ji Fermandariya Hêza Qeraxan, 22 kes ji Wezareta Parastina Neteweyî, 4 jê albay, 1 jê yarbay, 9 jê serdar, 24 jê serpel, 32 jê usttegmen, 3 jê tegmen, 142 jê astsubay, 1 jê çawîşê pispor e.

Di çarçoveya lêpirsînê da Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê j, bi tevahî der heqê 274 kesan da biryara binçavkirinê da. Di nav van da jî 97 kes ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, 111 kes ji Fermandariya Hêza Bejayê, 16 kes ji Fermandariya Hêza Esmanî, 19 kes ji Fermandariya Hêza Behrê û 31 jê xwendekarên eskerî yên ku piştî derbeyê têkiliya wan hat qutkirin in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE