Li herêmê, di meha gulanê de berf tê û xebatên ji bo vekirina riyan hêj dewam dikin.
li mûşê, ekîb ji bo riya sêmalan vekin bênavber dixebitin.
Meha Gulanê hat.
Lê li herêmê hêj berf heye û xebat dewam dikin.
Ev dîmen li ser riya Sêmala Mûşê hatin qeydkirin.
Riyên herêmê bi qasî 6 mehan girtî ne. Ekîb ji bo vekirina riyan xebatên xwe didomînin.
Ekîba ku ji 4 kesan pêk tê, bi dozerek û rotatîfekê xebatên xwe didomîne.
Ekîb heta sezona zozanan dest pê bike, dixwazin riyan vekin.