Li gundê Kaynarpinara ser Karliovaya navçeya Bîngolê di meha hezîranê da xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Li deverên bilind ên gundê Kaynarpinarê ku 30 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, di rêyên zozanan da qalindahiya berfê heta 6 mêtreyan e û ji bo paqijkirina berfê xebat hatin kirin.
Piştî xebata 2 saetan berfa ser rê hat avêtin.
AA