Di merasima cinazeyê şehîd da êrîşî Kemal Kiliçdaroglu kirin

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Çubukê piştî nimêja cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman ê şehîd Yener Kirikci ji hêla komekê va hat protestokirin û êrîş li hemberî wî hat kirin. Hêzên ewlehiyê Kiliçdaroglu birin malekê.

Di merasima cinazeyê şehîd da êrîşî Kemal Kiliçdaroglu kirin

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Çubuka navçeya Enqereyê piştî nimêja cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman ê şehîd Yener Kirikci ji hêla komekê va hat protestokirin û komê bi kulman va êrîşî wî kir. Hêzên ewlehiyê Kiliçdaroglu birin malekê.

Kiliçdaroglu ji bo ku beşdarî merasima cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman Yener Kirikci yê ku li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di pevçûna di navbera terorîstan da şehîd ketibû bibe çû Çubukê.

Piştî nimêja cinazeyê Yener Kirikci ya li Mizgefta Akkuzuluyê cinazê şehîd birin goristana gund.

Vê demê komekê dirûşmeyên "Şehîd namirin, welêt perçe nabe" û "PKK qehir be" berz kirin û bi kulm û pêhnan va êrîşî Kiliçdaroglu kirin.

Parastvanên Kiliçdaroglu, tîmên taybet, polês û cendirmeyan bi hev ra mudaxaleya komê kirin û hêzên ewlehiyê ew ji nav dest komê derxistin û birin malekê.

Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Celal Uzunkaya û rûspiyên gund bi megafonan bangî komê kirin ku ew aram bibin.

Wesayîta Kiliçdaroglu anîn li ber mala ku lê ye. Komeke welatiyan bi keviran va êrîşî wesayîta wî kirin û paceyên wesayîtê şikênandin.

Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Hulusî Akar hat mala ku Kiliçdaroglu lê ye. Akar bangî kesên li der û dora malê kir ku bila ew aram bibin.

- Kiliçdaroglu ji bo ewlekariyê ji mala ku biribûnê derxistin

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Çubukê ji bo ewlekariyê ji mala ku biribûnê bi zirxpoşê derxistin.

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Çubuka navçeya Enqereyê piştî nimêja cinazeyê eskerê piyade yê bipeyman ê şehîd Yener Kirikci ji hêla komekê va hat protestokirin û komê bi kulman va êrîşî wî kir. Hêzên ewlekariyê piştî êrîşê, Kiliçdaroglu biribûn malekê. 

Kiliçdarogluyê ku qedera saetekê ji bo ewlekariyê li vê malê dan sekinandin, li zirxpoşekê siwar kirin û ji malê derxistin.

Di vê kêliyê da hêzên ewlekariyê li dewrûberê tedbîrên ewlekariyê standin.

- Êrîşa dijî Kiliçdaroglu

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn diyar kir ku ji bo Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hemû tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û ragihand ku hêzên teqwiye hatin şandin, vê gavê pirsgirêkeke ewlehiyê tuneye.

Şahîn di kanaleke têlevîzyonê da der heqê rewşa Kiliçdaroglu da daxuyanî da.

Şahîn destnîşan kir ku ji bo Kiliçdaroglu hemû tevdîrên ewlehiyê hatin hildan û wiha dewam kir, "Ji hêzên çevîk û cendirmeyan hêzeke cidî ya teqwiye hat şandin û me tevdîrên xwe hildan. Tu pirsgirêkeke ewlehiyê tuneye."

Şahîn got ku ji bo kesên bûne sedema provokasonê tehqîqatê dest pê kir û di demeke kin da miqamên edlî û asayîşê wê kar û baran bi rê va bibin.

Şahîn got ku der heqê tenduristiya Kiliçdaroglu da tu pirsgirêk tuneye.

Şahîn ji bo welatiyan banga aqlê selimiyê kir û got ku bûyer merivan pir xemgîn dike.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop der heqê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da wiha got, "Ez wer difikirim yên ku ev kirin, li pey provokasyonekê ne. Qenaeta min ew e ku plankerên li para jî divê bên derxistin."

Şentop di hevdîtinên xwe yên li Tekîrdagê da li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê êrîşa dijî Kiliçdaroglu da got ku di siyasetê da nêrîn û nîqaşên cuda çêdibin, lêbelê divê ev hemû bi gotin û ramanan bên kirin.

Şentop bal kişand ku divê bûyerên bi vî rengî bi tu awayî li dijî siyasetmedar û tu kesî neyên kirin û wiha dewam kir, "Ez wer difikirim yên ku ev kirin, li pey provokasyonekê ne. Qenaeta min ew e ku plankerên li para jî divê bên derxistin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Nîsan 2019, 16:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE