Di meseleya nukleerê de bersiv da Trump

Zarîf: Mirazê Trump ne bi gotinan, wê bi kirinên wî diyar bibe..

Di meseleya nukleerê de bersiv da Trump

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bertek nîşanî daxuyaniya Serokdewletê Emerîkayê Trump da. Trump gotibû “em çekên nukleer qebûl nakin”. Zarîf jî got, “em ne li dû çekên nukleerî ne. Mueyîdeyên emerîkayê zirarê dide gelê îranê û li herêmê rageşiyê zêde dike.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf li ser medyaya civakî bersiv da daxuyaniyên Serokdewletê Emerîkayê Donald Trump ên derbarê Îranê de.

Zarîf bibîr anî ku Ayetullah Elî Hemaney ji bo çekên nukleerî ji zû de ye fîtû daye û ev yek jî nîşan dide ku Îran ne li dû çekên nukleerî ye.

Zarîf got: Terorîzma aboriyê ya Tîma Byê zirarê dide gelê Îranê û dike ku li herêmê rageşî zêde bibe. Nîyeta Donald Trump ne bi gotinan, wê bi xebatên wî eşkere bibe.

Di Tîma Byê de Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî John Boltan, Serokwezîrê İsraîlê Binyamîn Netanyahû, Prensê Welîehd yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman û Prensê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed bîn Zayîd hene.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf di daxuyaniyan de gotibû ku ew kes dixwazin Trump bixapînin û berdin Îranê.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE