"Di mijara aşiyê da em gelekî pêşva çûne"

Erdoganê nimêja înê li Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

"Di mijara aşiyê da em gelekî pêşva çûne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Der barê mijara aşiyê da em gelekî pêşva çûn. Niha di encama hevdîtinên hatin kirin da 3 milyon aşî hatin û wê ev bidome."

Erdoganê nimêja înê li Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan diyar di 2020î da bernameyeke têr û tijî derbas kirine û got ku sala 2020 ne tenê ji bona me ji bona hemû mirovahiyê saleke giran bû ku hemû mirovahiyê êşên giran kişandin.

Erdogan li ser pirsa der heqê peydakirina aşiya Kovîd-19ê da destnîşan kir der barê mijara aşiyê da gelekî pêşva çûne û got ku niha di encama hevdîtinên hatin kirin da 3 milyon aşî hatin û wê ev bidome.

Serokomar Erdogan diyar kir di hevdîtinên wan yên bi Almanyayê ra mijara navenda hilberîna muşterek di rojevê da ye û wiha got: "Di vê mijarê da TUBÎTAK xebatên xwe didomîne."

Erdogan der barê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê da got hêviya me ew e ku bi saya tevdîrên hatine hildan di sala 2021ê da kêm bibe.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê gotinên Fikrî Saglar da wiha got: "Ev kes di vî zemanî da najî di dewrên berê da maye. Mixabin ev nîşaneya hişmendiya nijadperest ya fikra CHPyê ye."

Erdogan diyar kir ji bona denga bistînin li hin ciyan çend kesên sergirtî didin kêleka xwe û wek mankena vitrînê nîşan didin û got lê êdî kes pê naxape, ev derbas bû.

Serokomar Erdogan destnîşan kir pêmijûlbûna bi sergirtina însanan ra badilhewa ye û got ku li vir ji dadger, dozger û polêsan bigire wê li her saziyên dewletê wan bibînin.

Erdogan diyar kir ku Ayasofya mîna sitêrka sertac ya sala 2020î ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE