Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê kêmbûna leza nifûsê Türkiye yê da wiha got, "Dewletên Ewropayê zû da ye bi talûkeyeke wiha ra rû bi rû ne. Em ê nehêlin ku Türkiye bi serencameke wiha ra rû bi rû bimîne."
Erdogan ji Navenda Giştî ya AK Partiyê bi weşana zindî beşdarî kongreyên asayî yên 6emîn yên Adana, Hakkarî, Îstanbul, Manîsa, Malatya, Şanliurfa û Tokatê yên şaxên jinan bû.
Serokomar Erdoganê di axaftina xwe da diyar leza zêdebûna nifûsê wan hema hema nêvî nêvî kêm bûye got ku heger wiha bidome di demeke nêzîk da wê nifûsê me kêm jî bibe û wiha pê da çû, "Dewletên Ewropayê zû da ye bi talûkeyeke wiha ra rû bi rû ne. Em ê nehêlin ku Türkiye bi serencameke wiha ra rû bi rû bimîne."
Erdoganê balê kişand ser kar û xebatên ku jin tevlî dibin û wiha axivî, "Karên ku destê jinan pê dibe, bi dilê jinan tên meşandin û biryardariya jinan çêdibin her dem serkeftî dibin."AA