"Di mijara Qibrîsê da em mafdar in û em ê heta dawiyê heqê xwe biparêzin"

Erdogan di merasima "Cejna Aştî û Azadiyê ya 20ê Tîrmehê" ya ji ber 47emîn salvegera Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê li Kolana Dr. Fazil Kuçuk hat lidarxistin da axivî.

"Di mijara Qibrîsê da em mafdar in û em ê heta dawiyê heqê xwe biparêzin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Dixwazin gelê Tirk ê Qibrîsê dev ji dewleta xwe ya ku bi canê xwe, xwîna xwe û fedakariya şehîdan va ava kiriye berde. Êdî tu hikmê tevgera hov ya ku bi deh salan e neguheriye û wê di demeke kin da jî neguhere nemaye. Bila tu kes ji me paşvegerê hêvî neke."

Erdogan di merasima "Cejna Aştî û Azadiyê ya 20ê Tîrmehê" ya ji ber 47emîn salvegera Hereketa Aştiyê ya Qibrîsê li Kolana Dr. Fazil Kuçuk hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan got bi saya Hereketa Aştiyê ya 20ê Tîrmeha 1974an gelê Qibrîsê gihîştiye serxwebûn û azadiya xwe û ew jî kêfxweş e ku di 47emîn salvegera vê herekatê da li Qibrîsê ye.

Erdogan behsa şehîdên Qibrîsê kir û got rehma xwedê li wan be, fedekariya şehîd û xaziyan wê neyê jibîrkirin.

- "Aliyê Rûman tevgerên xwe yên dûrî rastiyê û ne dilsoz didomîne"

Serokomar Erdogan der barê rêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr da wiha got: "Aliyê Rûman tevgerên xwe yên dûrî rastiyê, maksîmalist, ne dilsoz û şûm didomîne. Rûm hê Tirkên Qibrîsê wek kêmnetew dibînin û çareseriya wekheviyê naxwazin, hê dev ji vê yekê bernadin. Em dîbinin ku hê yên bêriya qetlîamên beriya 1974an dikin hene. Ew ne dirûst in."

Der barê daxuyaniya sondajê ya aliyê Rûman da Erdogan wiha axivî: "Kî çalakiyên yekalî dike, kî rageşiyê zêde dike ez mihekemeya vê yekê ji wîcdana civaka navneteweyî ra dihêlim."

- "Yekîtiya Ewropayê ji hêla malî û îdarî va piştgiriyê neda Qibrîsa Bakur"

Erdogan Yekîtiya Ewropayê rexne kir û wiha got: "Yekîtiya Ewropayê wê ji hêla malî û îdarî va piştgiriyê bidaya Qibrîsa Bakur, lê neda. Jiyana wan li ser derewan ava bûye."

- "Em mafdar in, ji ber ku mafdar in em ê heta dawiyê heqê xwe biparêzin"

Erdogan got gelê Qibrîsê wê dev ji dewleta xwe bernede û wha dewam kir: "Dixwazin gelê Tirk ê Qibrîsê dev ji dewleta xwe ya ku bi canê xwe, xwîna xwe û fedakariya şehîdan va ava kiriye berde. Êdî tu hikmê tevgera hov ya ku bi deh salan e neguheriye û wê di demeke kin da jî neguhere nemaye. Bila tu kes ji me paşvegerê hêvî neke. Em mafdar in, ji ber ku mafdar in em ê heta dawiyê heqê xwe biparêzin."Ewil divê wekheviya desthilat a Tirkên Qibrîsê û rewşa wekhev bê qebûlkirin. Mifteya çareseriyê ev e. Gotina 'çareseriya du dewletî nabe' tê wê meneyê ku desthilatî, wekhevî, serxwebûn, dewlet û destketiyên gelê Tirk ê Qibrîsê wê neyên qebûlkirin."

- "Ne 47, 147 sal jî, 247 sal jî derbas bibe gelê Tirk ê Qibrîsê wê dev ji serxwebûna xwe bernede"

Serokomar Erdogan got çiqas sal derbas dibe bila bibe gelê Tirk ê Qibrîsê wê dev ji heqên xwe bernede û wiha pê da çû: "Bila tu kes ji Tirkên Qibrîsê nexwaze ku ew dev ji rewşa wekhev û desthilatiyê berdin û di bin îdareya Rûman da wek kêmnetewan bijîn. Bila qisûrê nenihêrin ne 47, 147 sal jî, 247 sal jî derbas bibe gelê Tirk ê Qibrîsê wê dev ji serxwebûna xwe û azadiya xwe bernede. Li ber çavê me tu qîmeta peyamên ji derva tên dayîn û xebatên ji hundir tên meşandin tune."

- Herêma Meraşa Girtî

Der barê mijara herêma Meraşa Girtî da jî Erdogan wiha got: "Li Meraşa Girtî xebatên li gor heqên milkiyetê bên kirin wê dest pê bikin û deriyên heyameke nû yên xêra wê ji her kesî ra hebe wê vebin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE