Di muzeya li Vanê da ber û xalîçeyên dîrokî

293 xalîçe û ber di muzeyê da ne û her yek ji wan bi hêst û daxwazekê ji alî jinên herêmî va hatine çêkirin. Wezîfedarên di muzeyê da ne der heqê ber û xalîçeyên hatine raxistin da agahî didin ziyaretvanan.

Di muzeya li Vanê da ber û xalîçeyên dîrokî

 Li Wanê xalîçe û berên ku jinên herêmê bi hezkirin û keda xwe neqişkirine li muzeyê tên pêşandan û ziyaretvan ber bi rojên berê va dibin.

Li Muzeya Ber-Xalîçeyê ya ku di bin banê Navenda Lêkolîn û Sepandina Hunerên Dest ên Tirk a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da hatiye avakirin, ber û xalîçeyên bi keda jinên herêmê derketine holê hatine raxistin û ew çand tê nasandin.

293 xalîçe û ber di muzeyê da ne û her yek ji wan bi hêst û daxwazekê ji alî jinên herêmî va hatine çêkirin. Wezîfedarên di muzeyê da ne der heqê ber û xalîçeyên hatine raxistin da agahî didin ziyaretvanan.

Der heqê xalîçe û berên li muzeyê da ne lêkolînên zanistî jî tên kirin û ji bo kesên dixwazin hînî çêkirina ber û xalîçeyan bibin jî ev mînak tên nîşandan.

"Em li ber û xalîçeyan xwedî derdikevin"

Hîndekar Sîbel Leventoglu ya Midûra Navendê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji sala 1990î vir va li atolyeyê ber û betaniya Sêrtê tê çêkirin û wiha domand: "Di muzeyê da du eywanên pêşanê hene ev 32 sale jî ji herêma Wan û Hekariyê 158 ber hatine pêşandin. Di muzeyê da xalîçeyên me yên ku emrê wan 100 sale heye, 135 xalîçe hene, me wan berhev kir lê hinek ber jî yê me ne. Em li ber û xalîçeyên di muzeyê da ne xwedî derdikevin û wan baş diparêzin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE