Di nav 4 rojan da rêya 356 wargehan hat vekirin

Li Vanê di nav 4 rojan da rêya 356 wargehan hat vekirin.

Di nav 4 rojan da rêya 356 wargehan hat vekirin

Li Vanê rêya 359 gund û taxan ên ji ber berfê hatibûn girtin jê 356 rê hatin vekirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Vanê 30 tîm ji bo rêyên ji ber berf û bagerê hatine girtin vekin, dixebitin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji 4 rojan vir va  356 rê hatin vekirin, ji bo rêya 3 taxên din jî bên vekirin xebat dewam dikin.

Li Gürpınarê 2 û li Başkaleyê jî rêya taxekî girtî ye.

- Muş û Bitlis

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr ê Muşê Şeyhmus Yentur daxuyand rêya gundan ên girtîbûn hatin vekirin, ji bo rê bên firehkirin jî xebat dewam dikin.

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bitlisê jî diyar kir ku ji ber berfê rêya 3 gundan hatibû girtin, piştî xebatan ew hatin vekirin.

- Hişyariya cemedê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin hewayê pir ewrayî be, dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij û dûman çêbibe.

Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va dem demî ba wê rabe.

Tê texmînkirin bi roj germahiya  herî zêde ya hewayê wê li Wanê pileyek, li Mûşê di bin sifirê da 4 pile, li Hekarî û Bidlîsê jî 3 pile be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE