Li nêzî gundê Laçkan ê Mûşê aşît ket, 11 welatî û 100 heywan asê man. Gundî û xebatkarên AFAD, UMKE û Îdareya Taybet çûn hawara wan…
Ev dîmen li nêzî gundê Laçkan ê Mûşê hatin kişandin.
Gelek berf bariya û aşît ket. Ji ber aşîtê 11 welatî û 100 heywan li çolê man.
Xeber gihandin AFAD, UMKE û Îdareya Taybet. Wan jî ji bo xelaskirinê zend û bend vemalan.
Di demeke kurt de him welatî jim jî heywan hatin filitandin.
3 kesên ku ji ber sermayê nexweş ketibûn jî ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.