Di nav cendirmeyan da 4 general û 60 albay teqawîd bûn

5 albay bûn tuggeneral, tuggeneralek bû tumgeneral, 4 general û 24 albay jî teqawîd bûn.

Di nav cendirmeyan da 4 general û 60 albay teqawîd bûn

Terfî û Wezîfedarkirina sala 2020an a Personelên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pesend kiribû di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor biryarê 5 albay bûn tuggeneral, tuggeneralek bû tumgeneral, 4 general û 24 albay jî teqawîd bûn. 21 general ji bo wezîfeya nû hatin wezîfedarkirin, cihê 35 fermandarên cendirmeyan ên bajêr jî hatin guherandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî Serokê Kontrol û Nirxandinê Tumgeneral Halîs Zafer Koç wek alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan hat wezîfedarkirin.

Tumgeneral Huseyîn Kurtoglu wek Fermandarê Qolordiya Asayişê ya Wanê hat wezîfedarkirin.

Ji bilî vê 60 albay teqawîd bûn û generalek jî li dervayî welêt hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ev wezîfedarkirin li ser xêrê bin û ji ber ked û xebata personelên teqawîd bûne jî spasiya wan hat kirin.

Di Fermandariya Ewlehiya Qeraxê da jî albayek wek tugamîral hat wezîfedarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE