Di nav Fermandariya Hêzên Esmanî da operasyona FETOyê

Dijî endamên FETOyê yên di nav Fermandariya Hêzên Esmanî da operasyon hat kirin

Di nav Fermandariya Hêzên Esmanî da operasyona FETOyê

Di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav Fermandariya Hêzên Esmanî da ji 92 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 53 kes hatin qefaltin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat destnîşankirin di lêpirsîna dijî endamên FETOyê yên di nav Fermandariya Hêzên Esmanî da ji bona 92 gumanbarî biryara binçavkirinê hat derxistin.

Hat diyarkirin ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê li 22 bjarî derketin operasyonê û ji 92 gumanbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 53 kes hatin qefaltin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE