Di nav hefteyekê da 23 terorîst hatin berterefkirin

Di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di nav hefteyeke dawîn da yek jê qaşo payebilind 23 terorîst hatin berterefkirin

Di nav hefteyekê da 23 terorîst hatin berterefkirin

Di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di nav hefteyeke dawîn da yek jê qaşo payebilind 23 terorîst hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê da hêzên ewlehiyê di navbera 10-17ê berfanbarê da 2 hezar û 404 operasyon kirin.

Di operasyonan da ji ber ku alîkarî û piştevanî dane rêxistinên terorê, bi rêxistinan ra têkiliya wan heye 751 kes ji ber sûcên terorê (PKK/KCK 266, çepgir 23, DEAŞ 41, FETO/PDY 421), ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê 3 hezar û 351, di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêdestûr da 226 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên ewlehiya navxweyî da Ayşenur Înciya ku di kategoriya şîn da lê digerin jî di nav da yek jê qaşo payebilind 23 terorîst hatin berterefkirin.

Di operasyonan da li 12 bajaran 42 şikeft û stargeh û parêzgeh hatin xerabkirin, 13 teqemeniyên destçêkirî û mayîn hatin îmhakirin, 482 kîlo teqemenî, 20 jê giran û lûledirêj bi tevahî 29 çek, 28 bombeyên destan û 7 hezar û 499 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.

- Operasyonên hişbir û qaçaxcîtiyê 

Di 2 hezar û 356 operasyonên hişbirê da 605 kîlo esrar, 247 kîlo eroîn, 48,5 kîlo afyon, 14,23 kîlo metamfetamîn, 86 hezar 399 captagon, 64 hezar 751 ecstacy, 261 hezar 693 eczayên sentetîk, 42 kokên kirkirkê, 11 ton û 787 lître sotemeniya qaçax û 274 hezar û 628 pakêt cixareya qaçax hatin bidestxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Kanûn 2018, 12:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE