Di nav hefteyekê da der barê 32 hezar û 181 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Di nav hefteyekê da der barê 32 hezar û 181 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di navbera 1-8ê sibatê da der barê 32 hezar û 181 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku di têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) ji bo parastina tenduristiya civakî û şexsî sînordarkirina derketina derva dewam dike.

Hat gotin di vê çarçoveyê da biryara sînordarkirinê dewam dike lê hin welatiyan sînordarkirin binpê kirin û der barê wan da miemeleya îdarî an jî adlî hat kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Der barê 32 hezar û 181 kesên ku ji 5ê sibatê pê va nava hefteyê di navbera saet 21.00 û 05.00î û heta 8ê sibatê roja înê di navbera saet 21.00 û 05.00î da guh nedan sînordarkirina derketina derva da li gor Qanûna Hifza Sihetê ya Giştî ku hejmara wê 1593 e û li gor bendên qanûna cezayê ya Tirkan miemeleya adlî an jî îdarî hat kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE