Di nav hefteyekê da der barê 38 hezar û 874 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Di nav hefteyekê da der barê 38 hezar û 874 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di nav hefteya dawîn da der barê 38 hezar û 874 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva dewam dike.

Hat daxuyandin li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva di nav hefteyê da roja duşemê di 14ê çileya pêşîn da dest pê kir û saet di navbera 21.00-05.00î da dewam kir, di dawiya hefteyê da jî roja înê di 18ê çileya pêşîn saet 21.00î da dest pê kir û di 21ê çileya pêşîn roja duşemê di saet 05.00î da qediya û qismeke mezin a welatiyan guh dan vê qedexeyê.

Wezaretê daxuyand der barê 38 hezar û 874 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 14-21ê çileya pêşîn da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Hat gotin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin xpaqijî û ji hevdu dûr bisekinin.

Herî dawîn ji ber sebr û fedakariyê spasiya welatiyan hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE