"Di nav meha cotmehê da em ê dest bi teslîmkirina avahiyên li navenda Puturgeyê bikin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurumê daxuyanî da rojnamevanan der barê avahiyên ji erdhejzedeyên li Malatyayê ra tên çêkirin da got ku di nav meha cotmehê da em ê dest bi teslîmkirina avahiyên li navenda Puturgeyê bikin.

"Di nav meha cotmehê da em ê dest bi teslîmkirina avahiyên li navenda Puturgeyê bikin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum ji bona avahiyên ji erdhejzedeyên li Malatyayê ra tên çêkirin wiha got: "Di nav meha cotmehê da em ê dest bi teslîmkirina avahiyên li navenda Puturgeyê bikin."

Kurumê di çarçoveya bernameya xwe ya li bajêr da ewil çû navçeya Doganyolê peyra çû serdana avahiyên li Puturgeyê ji erdhejzedeyan ra tên çêkirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurumê daxuyanî da rojnamevanan der barê avahiyên ji erdhejzedeyên li Malatyayê ra tên çêkirin da got ku di nav meha cotmehê da em ê dest bi teslîmkirina avahiyên li navenda Puturgeyê bikin.

Murat Kurum ji bona avahiyên ji erdhejzedeyên li Malatyayê û Elezîzê ra tên çêkirin got wê heta dawiya salê ji 24 hezar û 500 avahiyan 10 hezarî teslîm bikin û wiha axivî: "Beş bi beş herî dereng heta meha Gulan-Hezîranê jî em ê li Elezîz û Malatyayê 24 hezar û 500 avahiyan temam bikin û teslimî welatiyên xwe bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE